‘Sîstema hevseroktiyê careke din di nav YNKê de çênabe’

27 December 2021 21:35 0 dîtin
‘Sîstema hevseroktiyê careke din di nav YNKê de çênabe’

PeyamaKurd - Cîgirê berpirsê malbenda Çemçemal a Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK) Şêx Muhsîn got, biryara peywira hevseroktiyê ji bo YNKê her ji destpêkê jî xelet bû û biryar hatiye dayîn careke din ew peywir li nav YNKê de nebe.

Muhsîn gotiye: “YNK dê di hemû organên xwe de guhertinê bike, lê heta Kosret Resûl di jiyanê de be, ew serokê encûmena bilind a siyasî û berjewendiyên YNKê ye.”

Li gorî nûçeya BasNewsê Şêx Muhsîn daye xuyakirin: “Biryare li ser peywira hevseroktiyê di nav YNKê de nemîne, lê di civîna rêveberiyê de ew biryar dê bikeve warê bicihkirinê û careke din ew peywir namîne.. Niha Kak Bafil Talebanî biryarderê yekem e di nav YNKê de û em hemû piştevanên biryarên wî ne.”

Muhsin got: “Dema YNKê kongreya çarem pêk^anî û sîstema hevseroktiyê pejirand, me hemûyan zanî ew peywir ji bo YNKê ne guncaw e û me xelet zanî, lê piştî demekê pirsgirêkên YNKê gihîştin wê astê ku peywira hevseroktiyê nemîne.”

Şêx Muhsîn diyar kir, “Ne diyar e dê kengî encûmena rêveberiyê bicive. Lê eger piştî serê salê bicive jî wê demê dê guhertin bikevin warê bicihkirinê. Herwiha Kak Kosret Resûl kesekî mezine di nav YNKê de, mixabin niha rewşa tenduristiya wî nebaşe. Lê heta Kak Kosret di jiyanê de be, ew her serokê encûmena bilind a siyasî û berjewendiyên YNKê dibe.”