Sîstema 'Hevseroktiyê' ya YNKê hilwesiya: Ji bo Bafil Talebanî 'Serok' hat gotin!
PeyamaKurd – Ofîsa ragihandinê ya Bafil Talebanî cara yekem di daxuyaniyeke xwe de, li şûna peyva ‘Hevserok’ peyva ‘Serokê YNKê’ ji bo wî bikar anî ku ev yek piştî ku ji aliyê wî ve dûrxistina her du serokên Zanyarî û Dezgeha Dije Terorê pêk hat.
Doh 11ê Tîrmehê bi beşdarîya Cîgirê Serokwezîrê Kurdistanê Qubad Talebanî, bi merasîmekê kesên nû ji bo seroktiya her du dezgehên Dezgeha Zanyarî û Dije Terorê yên Silêmaniyê hatin danîn.
Ofîsa Bafil Talebanî, îro yekemîn car bi fermî li şûna peyva "Hevserok", peyva "Serok" ji bo wî bikar anî ku heta niha Lahor Şêx Cengî jî wekî hevserokê partiyê hatibû destnîşankirin.
Li ser hesabên fermî yên Bafil Talebanî yên li Twitter û Facebookê jî, di beşa danasînê de peyva "Hevserokê YNKê" hat jêbirin û li şûna wê peyva "Serokê YNKê" hat bikaranîn.
Li gor agahiyan Bafil Talebanî di van çend rojên dawiyê de ragihandibû, sîstema hevseroktiyê ji bo YNKê ne guncav e û divê bê hilweşandin.
Medya fermî ya YNKê jî di van sê çar rojên dawî de tenê çalakiyên Bafil Talebanî û Qubad Talebanî belav dike û ji bo Bafil Talebanî peyva serok bikar tîne.
Di kongreya çarem a Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) de ku di 21-12-2019 de hatibû lidarxistin, guhertin di sîstema birêvebirina partiyê de hatibû kirin û li cihê posta Sekreterê Giştî, sîstema hevserokatiyê hatibû danîn.
Herwiha biryar hatibû dayîn Bafil Talebanî û Lahor Şêx Cengî hevserokên YNKê bin ku ev sîstema han jî heta roja Pêncşemê 8ê Tîrmehê berdewam dikir.
Hîn derbarê mijarê de, Lahor Şêx Cengî ti daxuyaniyek nedaye û helwesta xwe eşkere nekiriye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin