YNK derbasî sîstema hevseroktiyê dibe: Bafil û Lahûr dibin hevserok!

09 February 2020 12:35 0 dîtin
YNK derbasî sîstema hevseroktiyê dibe: Bafil û Lahûr dibin hevserok!

PeyamaKurd – Encûmena Serkirdayetiya Yêkîtiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK) piştî kongreya xwe ku hîn serokek bo partiyê nehatiye diyarkirin, doh 8ê Sibatê li Silêmaniyê civiya.

Piştî civînê Endamê Encûmena Serkirdayetiya YNKê Mistefa Çavreş bi civîneke rojnamevanî ragihand ku YNK derbasî sîstema hevserokatiyê dibe û da xuyakirin, Encûmena Serkirdayetiya YNKê di civînê de ji bo rêvebirina YNKê giftûgo li ser sîstema hevserokatiyê kiriye.

Çavreş got, piraniya endamên encûmenê hevnêrîn in YNK bi sîstema hevserokatiyê were birêvebirin û ragihand, ji bo hevserokên YNKê navê Bafil Talebanî û Lahûr Şêx Cengî derbas dibe.

Li gorî sîstemên hevseroktiyê yên partiyên Ewropî û Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) ya li Tirkiyê, hevserok ji jin û mêrekî pêk tên, lê li gorî ragihandina YNKê herdu hevserok jî mêr têne destnîşankirin.