Serokatiya demkî ya Yekîtiya Ewropayê derbasî Macarîstanê dibe
PeyamaKurd – Macarîstanê serokatiya demkî ya Yekîtiya Ewropayê (YE) ku her 6 mehan carekê diguhere, ji Belçîkayê girt.
Li gor nûçeya TRT HABERê, heyama serokatiyê ya ku di nav welatên Yekîtiya Ewropayê de 6 mehan carek cîbecî tê kirin, wê heta 1ê Çileya 2025an ji aliyê Macarîstanê ve bê kirin.
Macarîstanê mijarên ku wê di vê serdemê de esas bigire diyar kir.
Li gorî belgeyên ku ji aliyê serokatiya demkî ya Macarîstanê ve hatine amadekirin sernav ev in; Siyaseta çandiniyê ya Yekîtiya Ewropî ya li ser cotkaran, siyasetek berfirehkirina hevgirtî û li ser bingehê merîfet, çareserkirina pirsgirêkên demografîk, pêşîgirtina li koçberiya neqanûnî, bihêzkirina siyaseta parastinê ya Ewropî, teşekirina siberoja polîtîkaya hevgirtinê ya di navbera welatên endam de û pejirandina Peymana Reqabetê ya Nû ya Ewropayê.
Macarîstanê ku dirûşma serokatiya xwe ya dema xwe wekî "Ewropa dîsa mezin bikin" destnîşan kir, diyar kir ku ev sembola "Serokatiya çalak û aktîf; welatên endam bi hev re bihêztir in û Ewropa dikare bibe lîstikvanek cîhanî ya serbixwe".

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin