Almanyayê serokatiya Yekîtiya Ewropayê dewrî Portekîzê kir
PeyamaKurd - Serokwezîra Almanya Angela Merkel serokatiya demkî ya Yekîtiya Ewropayê (YE) dewrî Serokwezîrê Protekîz Antonio Costa kir.
Hat ragihandin ku Angela Merkel beriya rojekê ku serokatiya Almanya ya demkî bo YEyê 1ê Çileya 2021ê bidawî bibe, serokatiya YEyê dewrî Serokwezîrê Portekîzê Antonio Costa kir.
Merkel di nameya dewrkirinê de diyar kir, di dema serokatiya wan ya YE de, zehmetiya herî mezin vîrûsa koronayê bû.
Costa jî ji Merkel re gotiye, ji bo domandina xebatên we û wergirtina dema serokatiyê ji we ji bo Portekîzê berpirsyarî û serbilindî ye.
Costa li ser dema seroktiya xwe ya YEyê jî da xuyakirin, ew dê li ser polîtîkayên civakî û bûyerên stratejîk yên li cîhanê bixebitin.
Wê seroktiya welatê Portekîz ku cara 4emîne erkê serokatiya demkî ya YEyê werdigire 6 mehan dom bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin