Kosret Resûl careke din kesê yekem ê YNKê ye
PeyamaKurd - Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê, Kosret Resûl Eliyê ku Cîgirê Yekem ê partiê bû heta kongreyê careke din wek kesê yekem hilbijart.
Berdevkê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) Sadî Ehmed Pîre ragihand ku bi tevahiya dengan di civîna Encûmena Serkirdayetiyê de endamên Polîtburoya YNKê hatin hilbijartin.
Piştî civîna Encûmena Serkirdayetiya YNKê, Sadî Ehmed Pîre civîneke çapemeniyê saz kir û ragihand: “Di civînê de desteyeke nû bi serperiştiya Cîgirê Sekreterê Giştî yê YNKê Kosret Resûl hat hilbijartin da ku heta pêkanîna kongreyê rêveberiya YNKê bike, ku piraniya wan endamên berê yên polîtburoyê ne.”
Sadî Ehmed Pîre eşkere kir ku îro şemiyê desteya nû dê bi serperiştiya Kosret Resûl Elî bicive.
Endamên Polîtburoya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK):
1 – Kosret Resûl Elî
2 – Hêro Îbrahîm Ehmed
3 – Mela Bextiyar
4 – Hakim Qadir Heme Can
5 – Umer Fetah
6 – Seidî Ehmed Pîre
7 – Mehmûd Sengawî
8 – Şêx Cefer Şêx Mistefa
9 – Refet Ebdullah
10 – Rizgar Elî
11 – Aso Elmanî
12 – Qadir Ezîz
13 – Ednan Muftî
14 – Şoreş Îsmaîl
15 – Erslan Bayiz
Navên Necmedîn Kerîm û 2 kesên din di lîsteyê de tunin.
Di civîna Serkirdetiya YNKê de ligel Berhem Salih û Azad Cundiyanî ku ji YNKê veqetiyabûn, Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm jî ji bo rêveberiya nû nehat hilbijartin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin