Kosret Resûl: Roja Referandûmê yek ji rojên herî xwes a jiyana min e
PeyamaKurd - Serokê Encûmena Bilind a Siyasî û Berjewendiyên Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK) Kosret Resûl Elî ku dema lidarxistina Referandûma Serxwebûnê di 25ê Îlona 2017an de, Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê bû, li ser rûpela xwe ya Facebookê peyamek belav kir.
Kosret Resûl di peyama xwe de li ser salvegera 5emîn a encamdana Referandûma Serxwebûna Kurdistanê got: “Îro salvegera referandûma gelê Kurdistanê ye. Ew referandûma hemû xelkê Kurdistanê bê cudayî beşdar bûn û di proseyeke demokratîk de deng ji bo serxwebûna Kurdistanê dan.”
Resûl diyar kir: “Ew referandûm ji bo paşeroja gelê me bû.. Ji bo min serbilindiyeke mezin e ku yek ji wan rojên herî xweş a jiyana min, serpereştîkirina referandûmê ya li Kerkûk û navçeyên Kurdistanê bû û ew erkê niştimanî û netewî ji min re hate dayîn. Wek bûyereke dîrokî xelkê Kerkûkê û navçeyên Kurdistanî deng dan û Kurdistanîbûna wan navçeyan îspat kirin.”
Kosret Resûl di dewamê de got: “Di vê roja pîroz de pîrozbahiyê li hemû gelê Kurdistanê dikim û wek her car em teqez dikin ku gelê me li gel pêkvejiyana aştiyane ye û em dixwazin mafên destûrî û demokratîk bidest bixin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin