6 kesên berî niha bi fîdyeyê hatibûn berdan careke din hatin revandin

22 November 2021 00:34 0 dîtin
6 kesên berî niha bi fîdyeyê hatibûn berdan careke din hatin revandin

PeyamaKurd – Li gorî ragihandina çavkaniyên herêmê, li navçeya Raco ya Efrînê 6 kesên temenên wan di navbera 50 û 70 salî de, ji aliyê çekdaran û endamên îstixbarata Tirkiyê ve hatin revandin.

Heman çavkaniyan daye zanîn ku navê kalemêrên hatine revandin; Necîb Halo, Mihemed Hesen, Neşet Kurdî, Samî Henan, Mihemed Hekîm û Mihemed Kolîko ne.

Hêjayî gotinê ye, heman çavkaniyan diyar kiriye ku heman kes beriya niha jî ji komên çekdar ên li Racoyê bi cih bûne ve, hatine revandin û piştre bi dayîna fîdyeyê hatibûn berdan.

Hat diyarkirin ku vê carê behsa fîdyeyê nehatiye kirin û çarenivîsa wan kesan nediyar e.