Di santrala hîdroelekrtîkê de teqîn çêbû û niha li kesên wenda digerin
PeyamaKurd – Li Îtalyayê di santrala hîdroelektrîkê ya di navbera herêmên Toskana û Emilia Romagna ku li ser gola Suviana ya Çiyayê Apenîn hatiye avakirin, duhî teqîn çêbû û niha jî di rojeva Îtalyayê de ye. Santral ya şîrketa Enelê ye.
Piştî teqînê ketin pey wan kesên ku wenda bûn lê tîmên îtfaiyê radigihînin ku hêviya wan di peydakirina wendayiyan bi awayekî zindî de gelek kêm e.
Parêzgeriya bajarê Bolonyayê piştî teqînê ragihand ku 3 kes di teqînê de mirine û 4 kes jî wenda ne. Jimara birîndaran 5 e. Berdevkê Îtfaiyê yê çapemeniyê Luca Cari ji bo çapemeniyê ragihand:
“Em niha di nav santralê de ne. Tîmên me yên noqavê niha ji bo santralê bixin rewşeka bi ewle, li hundirin lê nikarin xwe bera avê bidin ji ber dîdariya wan sifre. Berê ji ber şewatê, di santralê de roxandin çêbûye û di qata di bin sifrê de, ya 8an de av tije bûye lewra nikarin lêgerînê bikin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin