Her sê serokatiyên Iraqê bo merasîma sondxwarina Serokê Kurdistanê hatin vexwandin

09 June 2019 13:33 0 dîtin
Her sê serokatiyên Iraqê bo merasîma sondxwarina Serokê Kurdistanê hatin vexwandin

PeyamaKurd - Ji bo merasîma sondxwarina Nêçîrvan Barzanî wek Serokê Herêma Kurdistanê, ku biryar e sibe 10ê Hezîranê li Hewlêrê birêve biçe, ji aliyê komîteke taybet ve vexwandin ji her sê serokatiyên Iraqê û serokên firaksiyonên Parlemantoya Iraqê û nûner û balyozên welatên biyanî yên li Iraqê re hatine şandin.

Jêderekî agahdar ji medya Kurdistanê re ragihand, her yek ji Serokomarê Iraqê Berhem Salih, Serokwezîr Adil Ebdilmehdî, Serokê Parlemantoyê Mihemed Helbûsî û serokên firaksiyonên Parlemantoya Iraqê ji bo beşdariya di merasîna sondxwarina Serokê Herêma Kurdistanê de bikin, hatine vexwandin.

NÛNER Û BALYOZÊN WELATÊN BIYANÎ YÊN LI IRAQÊ JÎ HATINE VEXWANDIN

Wî jêderî da zanîn, nûner û balyozên welatên biyanî yên li Iraqê û di nav wan de Balyozên Amerîka, Brîtanya, Fransa, Rûsya, Almanya, Japon û Îranê jî hatine vexwandin.

Heman jêderî diyar kir, hejmarek mezin ji kesayetiyan tekezî li ser beşdariya di merasîma sondxwarina Serokê Herêma Kurdistanê de kirine, lê hîna Adil Ebdilmehdî biryara xwe ya dawî nedaye, lê heger ew bixwe amade nebe, dê şandekê bi nûnertiya xwe û Hikûmeta Federalî bişîne.

Roja 28ê Gulana 2019an Parlemantoya Kurdistanê bi piraniya dengan Nêçîrvan Barzanî wek Serokê Herêma Kurdistanê hilbijart. Parlemantoya Kurdistanê jî roja 10ê Hezîranê bo sondxwarina Serokê Herêma Kurdistanê destnîşan kir.

Li gor nivîseke fermî ya Serokatiya Parlemantoyê, civîna Parlemantoyê ya karnemaya civîna 7emîn roja 10ê Hezîranê li Hola Seid Ebdulah birêve diçe. Li gor nivîsa Serokatiya Parlemantoyê, karnameya civînê bi vî awayî dibe:

RÊKARÊN TAYBET BO SONDXWARINA SEROKÊ HERÊMA KURDISTANÊ

  • Rawestandina xuleke bêdeng û rêzgirtin li giyanên pak ên şehîdên Kurdistan û Iraqê, ligel sirûda niştimanî ya Iraqî û sirûda netewî Ey Reqîb.
  • Xwendina biryara hejmara (6) a sala 2019an a taybet bi hilbijartina rêzdar Nêçîrvan Idrîs Mistefa Barzanî wek Serokê Herêma Kurdistanê.
  • Sûndxwarina birêz Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Idrîs Mistefa Barzanî.
  • Pêşkêşkirina gotarên beşek ji beşdaran bi wê boneyê.
  • Gotara birêz Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Idrîs Mistefa Barzanî.

Binavkirina Serokê Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê – Iraq li gor birgeya (3) ji madeya (56) ji yasaya Hilbijartina Parlemantoya Kurdistanê ya hejmar (1) a sala 1992an ya serastkirî.