Salek ji ser koça dawî ya Dr. Necmedîn Kerîm re derbas bû
PeyamaKurd – Salek berê roja 30.10.2021ê, Parêzgerê Kerkûkê Dr. Necmedîn Kerîm ji ber nexwaşxiyê koça dawî kir.
Dr. Necmedîn Kerîm, sala 1949ê li Kerkûkê ji dayik bûye û destpêka salên heftêyan, Koleja Bijîşkî ya Zankoya Mûsilê diqedîne û pişt re diçe Amerîkayê xwendina xwe ya bilind li zankoya Georg Washington temam dike û bû pisporê emeliyatên mejî û rih (damar)
Pişt re vedigere Kurdistanê û ji bo demekê dibe Pêşmerge û demekê bijîşktiya Barzaniyê Nemir kiriye û demeke zêde li Amerîkayê jiyan kiriye. Li gel karê bijîşkî, karê siyasî ji bo Rewenda Kurdî kir, lê sala 2010ê vegeriya Kurdistanê û bû endamê polîtburoya YNKê û di meha Adar a 2011ê, bi piraniya dengê encûmena parêzgeha Kerkûkê, bû parêzgerê Kerkûkê.
Dr. Necmedîn Kerîm di dema karkirina xwe ya li Kerkûkê wek parêzger de, cîhê destê wî di avadaniya Kerkûkê de diyar e û yekem kese piştevaniya Encûmena Parêzgeha Kerkûkê kir ji bo bilindkirina Ala Kurdistanê li hemû fermangehên Hikûmetê yên bajar û kesek bû di referandûma serxwebûna Kurdistanê ya li Kerkûkê de xwedî roleke mezin bû û kar ji bo serxistina proseya referandûmê kir. Lê ji ber Xiyaneta 16ê Cotmehê ya sala 2017ê, Heşda Şeibî Kerkûk dagir kir, ew jî koçberî Hewlêrê bû û sala borî jî ji ber krîza mejî koça dawî kir.
Piştî wefata Dr. Necmedîn Kerîm, Serok Barzanî û Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û gelek rêveberên siyasî yên Kurdistanê hevxemiya xwe ragihandin û ji ber dagirkirina Kerkûkê termê wî li Pîrmamê hat veşartin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin