Qubad Talebanî ji bo koça dawî ya têkoser Kerîm Ehmed peyameke sersaxiyê belav kir
PeyamaKurd – Qubad Talebanî ji bo koça dawî ya têkoşer Kerîm Ehmed, sekreterê berê yê Partiya Komunîst a Kurdistanê peyamek arasteyî malata wî kir.
Talebanî di peyama xwe de diyar kir: “Bi xemgînî û xemeke mezin agahiya koça dawî ya Sekreterê berê yê Partiya Komunîst a Kurdistanê “Kerîm Ehmed” wergirt.”
Herwiha da zanîn: “Heval “Kerîm” kesayetiyekî welatparêz û têkoşerê rêya rizgariya Kurdistanê bû, di vê helkefta êş de sersaxiyê ji hevalên wî yên Partiya Komunîsta Kurdistanê û malbata wî re dixwazim û dilovaniya Xwedê lê bê û cihê xwe bihuşt be.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin