Bavê Wezîra Çandiniya Kurdistanê Bêgerd Talebanî koça dawî kir

02 February 2021 15:13 0 dîtin
Bavê Wezîra Çandiniya Kurdistanê Bêgerd Talebanî koça dawî kir

PeyamaKurd - Bavê Wezîra Çandinîyê ya Herêma Kurdistanê Bêgerd Talebanî koça dawî kir.

Hat ragihandin ku îro 2yê Sibatê danê sibehê Dilşad Şukrullah Talebanî, bavê Wezîra Çandinîyê ya Herêma Kurdistanê Bêgerd Talebanî koça dawî kir.

Bêgerd Talebanî, dema di kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê de weke Wezîra Çandiniyê hatibû diyarkirin û ragihandibû ku ew ti car ji çandiniyê dûr neketiye û gotibû; ew keça cotkarekî asayî ye û li gundê xwe herî zêde ew genim berhem tînin, ev jî tevî wê yekê ku lingekî bavê wê tine bû û astengdar bû.