Wezîra Çandiniya Kurdistanê ji ber Covid-19ê çend biryarên nû derxistin
PeyamaKurd - Wezîra Çandinî û Çavkaniyên Avê ya Kurdistanê, Bêgerd Talebanî bi fermanekê hawirdekirina ne yasayî ya mirîşk, hêk û balindeyên zindî û berhemên wan ji derve qedexe kir.
Wezareta Çandinî û Çavkaniyên Avê ya Kurdistanê ragihand, Wezîra Çandinî û Çavkaniyên Avê, Bêgerd Talebanî ferman daye di çarçoveya berhingarbûna Covid-19ê (koronavirus) de hawirdekirina mirîşk, hêk û balindeyên zindî û berhemên wan bi awayekî ne yasayî ji derve were qedexekirin.
Di daxuyaniya wê Wezareta Kurdistanê de hatiye gotin, wezîra çandiniyê her wiha ferman daye hawirdekirin û kirîn-firotina ajel û balindeyên xeml û rewşê, masiyên xemlê li cihên giştî û qerebalix de were qedexekirin. Her wiha serjêkirina ajelan li derveyî cihên taybet hatiye qedexekirin û divê ew ajelên ku serê wan tên jêkirin, mohra fermî li ser hebe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin