Herêma Kurdistanê ji bo rêlibergirtina Covid-19ê çendîn biryarên nû dan

12 March 2020 10:49 0 dîtin
Herêma Kurdistanê ji bo rêlibergirtina Covid-19ê çendîn biryarên nû dan

PeyamaKurd – Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku, li parêzgehên Herêma Kurdistanê, bi mebesta rêlibergirtina belavbûna virusa koronayê  (Covid-19) geştên li nava parêzgehan hatine rawestandin.

Saziya Têkoşîna li dijî Koronoavirusê (Covid-19), bi serpereştiya Wezîrê Navxwe yê Kurditanê Rêber Ehmed civiya û çendîn biryarên nû wergirtin.

Li gor daxuyaniya hatiye belavkirin, ger û geştên di navbera parêzgehên Herêma Kurdistanê de, ji 14ê heta 28ê Adarê hat rawestandin. Kesên dixwazin seyahet bikin divê ji odeyên operasyonê destûrê wergirin. Tîmên tenidrûstî, ewlehî, dîplomasî û bazirganî ne tê de ne.

Hin biryarên girîn ên hatine wergirtin wiha ne:

  • Çûn û hatina di deriyên sînorî yên di navbera Kurdistan û Îran û Îraqê de, yên wekî Hecî Umran, Başmax û Perwezxanê de dê were kêmkirin û kontrolkirin.
  • Hemwelatiyên Herêma Kurdistanê ku dixwazin ji Îranê vegerin, dê bikaribin heya 16ê Adarê vegerin Kurdistanê. Piştî vê demê yên dixwazin werin dê nikaribin heya 1ê Nîsanê vegerin.
  • Çalakiyên werzîşê heya1ê Nîsanê hatin daxistin. Yariyên Lîga yekemîn a Iraqê ku li stadyûmên Herêma Kurdistanê tênê lîstîn dê bê alîgir ango temaşevan bêne lîstin.
  • Di navbera 14 û 28ê Adarê de geştên esmanî yên Hewlêr û Silêmaniyê yên bo welatên navdewletî hatin rawestadin.

Tom Hanks û hevjîna wî bi Covid-19ê ketin

Lîstikvanê amerîkî yê navdar Tom Hanks û hevjîna wî Rita Wilson jî bi koronavirusê ketin.


Serokê odeya bijîşkên bajarekî Îtalyayê jiyana xwe ji dest da

Serokê Odeya Bijîşkên bajarê Varese  ya Îtalyayê, Roberta Stella jiyana xwe ji dest da. Piştî Çînê herî zêde li Îtalyayê kesan jiyana xwe ji dest dane.


Hemû yariyên NBA yên hatin betalkirin

Rêvebirîya NBA ew biryara ser betalkirina hemû yariyan, beriya destpêka demeke yarîya Oklahoma City Thunder – Utah Jazz ragihand.

Di daxuyanîya rêvebirîya NBAyê de hat gotin ku yek ji lîstikvanên Utah Jazz bi vîrusa korona ketiye. Utah Jazz û Oklahoma City Thunder ketine bin çavdêrîyê.


Twitterê ji xebatkarên xwe xwest ku ‘li malê’ bixebitin

Piştî belavbûna virusa koronayê (Covid-19) li seranserê cîhanê, kompaniya mezin a tora medyaya civakî Twitterê jî, biryar da ku personelên wê neyên kar û li malê bixebitin.


WHOyê Covid-19 wekî nexweşiyeke pandemîk ragihand

Sekreterê Giştî yê Rêxistina Tenduristiya Cîhanî (WHO) Tedros Adhanom Ghebreyesus, got ku cureyê nû ya Koronavirusê (Covid-19) êdî nexweşiyeke pandemic bi nav dikin ango li seranserê cîhanê berbelav bûye.


Îsraîl: Me derziya Koronavirusê peyda kir

Rojnameya Îtalyayê Haaretz ragihand ku navendeke pizîşkîyê ya Îsraîlê derziya Covid-19ê peyda kirie û heya çend rojan dê bi raya giştî re were parvekirin.

Di nûçeya rojnameyê de li bajarê Ness Zionayê, li Enstîtûya Lêkolînên Biyolojîkî ya Îsraîlê ji bo derziya Covid-19ê were peyda kirin xebat dewam dikin.