COVID-19 | Li Herêma Kurdistanê 7 wefat û 516 pêketiyên nû

24 March 2021 18:06 0 dîtin
COVID-19 | Li Herêma Kurdistanê 7 wefat û 516 pêketiyên nû

PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku di 24 demjimêrên borî de 516 kesên din bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 7 kesan jî can daye.

Wezareta Tenduristiyê da xuyakirin ku di 24 demjimêrên borî de 516 kes bi vîrûsa koronayê ketine ku 172 kes li Hewlêrê, 202 kes li Silêmaniyê, 137 kes li Duhokê, 1 kes li Raperîn û 2 kes li Germiyanê ne.

Herwiha 7 kesan jiyana xwe ji dest daye ku ew jî 4 kes li Hewlêrê, 1 kes li Silêmaniyê û 2 kes jî li Duhonê ne.

Wezaretê eşkere kir ku di 24 demjimêran de 224 kesjî baş bûne.

Bi van amarên dawî re hejmara pêketinan gihîşt 116 hezar û 811 kesan, ya mirinan bû 3 hezar û 617 kes û heta niha 107 hezar û 418 kes jî baş bûne.