COVID-19 | Li Herêma Kurdistanê 512 kesên din bi koronayê ketin
PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku di 24 demjimêrên borî de 512 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 2 kes jî pê mirine.
Li gorî daxuyaniya îro 18ê Adarê ya Wezareta Tenduristiyê di ji 512 kesên di 24 demjimêrên borî de bi vîrûsa koronayê ketine 195 kes li Hewlêrê, 126 kes li Silêmaniyê, 178 kes li Duhokê, 1 kes li Helebce, 10 kes li Germiyanê û 2 kes jî li Raperînê ne û 2 kesên can dane jî li Hewlêrê ne.
Herwiha di nav 24 demjimêran de 208 kes jî ji koronayê baş bûne.
Li Herêma Kurdistanê tevî van amarên dawî, hejmara pêketinên koronayê gihîşt 114 hezar û 510 kesan, ya mirinan bû 3 hezar û 579 kes û heta niha 106 hezar û 323 kes jî baş bûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin