Qubad Talebanî: Em bi Bexdayê re nêzîkî rêkeftina dawî bûne

03 June 2021 09:49 0 dîtin
Qubad Talebanî: Em bi Bexdayê re nêzîkî rêkeftina dawî bûne

PeyamaKurd -  Serokê Şanda Bilind a Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî piştî vegera ji Bexdayê ragihand: “Em bi Bexdayê re ji bo rêkeftina dawî nêzîk bûne”.

Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Serokê Şanda Danûstandinkar Qubad Talebanî, piştî vegera ji serdana Bexdayê li ser hesabê xwe yê twitterê got: “Em ji Bexdayê vegeriyan Hewlêrê. Em ji bo rêkeftina dawiyê ya li ser mekanîzma cibicîkirina yasaya budçeyê nêzîk bûne.”

Talebanî diyar kir: “Niyazpakiya her du aliyan a pabendbûna bi deqa yasayê, dê bandoreke baş li ser rewşa darayî ya Herêmê bike û dê pêwendiyên di navbera Bexda û Herêmê bigihîne qonaxeke nû”

Şanda Bilind a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya bi serokatiya Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî ji 30 Gulanê ve li Bexdayê bû û bi Serokomar, Serokwezîr, Wezîrê Darayî, Wezîrê Petrolê û hejmarek berpirsên din ên Iraqê re civiya û guftûgo li ser bicihanîna yasaya budçeya Iraqê û pişka Herêma Kurdistanê pêk anîbûn.