Qubad Talebanî: Me bi Bexdayê re li ser dahatan li hev kir

23 May 2024 18:01 0 dîtin
Qubad Talebanî: Me bi Bexdayê re li ser dahatan li hev kir

PeyamaKurd - Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî got, “Me li ser radestkirina dahatên negirêdayî petrolê bi Bexdayê re li hev kir”.

Qubad Talebanî di civîneke rojnamevanî de, li ser birêveçûna hilbijartinên gera şeşan a Parlementoya Kurdistanê û radestkirina dahatên negirêdayî petrolê ji bo Hikûmeta Federalî ya Iraqê bersiva rojnamevanan da.

Qubad Talebanî got, “Em gihîştine lihevkirinekê ku divê ev dahat bên radestkirin û ya mayî mekanîzmeya radestkirinê ye”.

Talebanî anî ziman, “Şandên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ku diçin Bexdayê û şandên Hikûmeta Iraqê ku tên Hewlêrê li ser mekanîzma radestkirina dahatên negirêdayî petrolê li hev kirine”.

Cîgirê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê diyar kir, “Ti nerazîbûna Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser şandina dahatên negirêdayî petrolê ji bo Bexdayê nîne”.

Qubad Talebanî herwiha da zanîn, “Hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê jî îsal têne kirin”.