Qubad Talebanî bi sanda Bexdayê re civiya: Karê pêsî dabînkirina derfetên darayî ye

26 April 2020 15:02 0 dîtin
Qubad Talebanî bi sanda Bexdayê re civiya: Karê pêsî dabînkirina derfetên darayî ye

PeyamaKurd - Cîgirê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî ragihand, karê pêşî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, parastina tenduristiya welatiyan û dabînkirina destkeftên mûçexwaran e, ji ber wê divê hemû hewlên di wê derbarê de berdewam bin.

Cîgirê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî îro 26ê Nîsanê, bi endamên şanda danûstandkar a Herêma Kurdistanê ya Hikûmeta Iraqê re civiya û guftûgo derbarê dawî pêşhat û derencamên dawî yên serdana şanda danûstandkar a hikûmetê bo Bexdayê de hatin kirin.

Piştî civînê bi daxuyaniyekê hat ragihandin ku di destpêka civînê de, şanda danûstandinkar derencamên serdana xwe bo Bexdayê û rewşa darayî ya niha ya Iraqê pêşkêş kirin.

Şandê bal kişand ser ku dahata petrola Iraqê bi rêjeyeke mezin daketiye û kêmkurtiyeke mezin di navbera dahat û xerciyên Hikûmeta Federalî de dirust bûye.

Herwiha behsa wê jî kirin, ji ber vê kêmkurtiyê li Bexdayê fişareke siyasî ya mezin heye, ji bo hevtêgihîştina berê di navbera Herêm û Bexdayê de heye hilweşînin.

Cîgirê Serokê Hikûmetê ragihand, karê pêşîne yê hikûmetê, parastina jiyana welatiyan û dabînkirina mûçeyên karmendan e, ji ber wê her hewlekê didin ta jiyana xelkê dabîn bikin û tenduristiya wan biparêzin.

Di beşeke din a civînê de jî Cîgirê Serokê Hikûmetê ji şanda danûstandkar re got: “Divê bi eşkere û bi awayekî zelaltir zanyariyan û dawî pêşhatan ji xelkê Kurdistanê re bêne ronîkirin.”