Qubad Talebanî û Rêber Ehmed li ser pêngavên rûbirûbûna tundiya li dijî jin û malbatan civiyan
PeyamaKurd - Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî, îro 19ê Îlonê serdana Wezareta Navxwe ya Kurdistanê kir û bi Wezîrê Navxwe Rêber Ehmed re li ser pêngavên rûbirûbûna tundûtûjiya li dijî jinan û malbatan gotûbêj kir.
Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand: “Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî serdana Wezareta Navxwe kir bi mebesta gotûbêjkirina ligel tîma wezaretê ya taybet bi stratejiya hikûmetê bo rûbirûbûna tundûtûjiya li dijî jinan û malbatan.”
Hat gotin ku Qubad Talebanî behsa rola Wezareta Navxwe di mijarên rûbirûbûna tundûtûjiyê bi giştî û li dijî jinan û malbatan kiriye û daye zanîn ku ew pêngav cihê şanaziyê ne.
Herwiha Talebanî tekezî li girîngiya rûbirûbûna tundûtûjiyê kiriye, li gor nêrîna Cenabê Serokwezîr û tîma Encûmena Wezîran, ji ber ku mijareke hestyar e û bandora wê li ser aştiya civakî heye.
Wezareta Navxwe ya Kurdistanê da zanîn, Wezîrê Navxwe Rêber Ehmed plan û bername û têgihîştina Wezareta Navxwe ji bo mijara rûbirûbûna tundûtûjiyê pêşkêş kiriye, herwiha Rêveberê Giştî yê Rêveberiya Rûbirûbûna Tundûtûjiya li dijî Jinan û Malbatan Fênik Şefîq Hemed Emîn kurteyeke kar û çalakiyên rêveberiya xwe ligel astengî û berbestên li ber rêya saziya wan ji bo rûbirûbûna tundûtûjiyê eşkere kirine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin