Qubad Talebanî êrîsa li Silêmaniyê sermezar kir
PeyamaKurd - Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî, êrîşa bi dronê ya li Slêmaniyê ku 2 rojnamevanên medyaya nêzî PKKê tê de can dan, şermezar kir. Talebanî got, “Binpêkirin bûne gef li ser jiyana welatiyan.”
Qubad Talebanî bi daxuyaniyekê ragihand: “Qurbaniyên êrîşa dronî ya li nêzîkî navçeya Seyîdsadiqê du rojnamevanên jin bûn, ne endamên hêzeke çekdar bûn ku bibe metirsî li ser ewlehî û aramiya ti welatekî û herêmekê.”

Çi bûbû?
Droneke artêşa Tirkiyê îro 23yê Tebaxê li herêma Seyidsadiq a Silêmaniyê otomobîlek bombeberan kir ku di encamê de 2 rojnamevanên Stêrk TVyê hatin kuştin û 6 kesên din jî birîndar bûn. Di wê êrîşê de, 2 rojnamevanên bi navê Gulistan Tara (ji bakurê Kurdistanê) û Hêro Bahadîn (ji başûrê Kurdistanê) jiyana xwe ji dest dan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin