Qubad Talebanî li ser teqîna li Silêmaniyê peyamek belav kir

18 November 2022 12:17 0 dîtin
Qubad Talebanî li ser teqîna li Silêmaniyê peyamek belav kir

PeyamaKurd – Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî li ser teqîna roja Pêncşemê ya li Silêmaniyê pêk hatibû, peyamek belav kir û diyar kir: “Hemû hêzên ewlehiyê ji bo rizgarkirina birîndaran kar dikin û nexweşxaneyên me bi hemû şiyanên xwe amade ne.”

Peyama Cîgirê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî wiha ye:

Bûyera diltezîn a teqîna taxa Kaziwa ya Silêmaniyê em hemû xemgîn kirin. Ez sersaxiyê ji malbatên qurbaniyan re dixwazim û ji birîndaran re jî şifayê dixwazim.
Ji bo her karekî pêwîst ez hertim li gel dezgehên pêwendîdar li ser xetê me, niha hemû hêzên asayîşê û dezgehên pêwendîdar mijûlî rizgarkirina qurbaniyan in û nexweşxaneyên me jî bi hemû şiyanên xwe amade ne.
Ji bo dûbarenebûna karesateke wiha di rojên pêş de dê lêkolîneke berfireh were kirin.
Qubad Talebanî
Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê