Mesrûr Barzanî êrîsa ser balafirgeha Silêmaniyê sermezar kir

12 April 2023 20:10 0 dîtin
Mesrûr Barzanî êrîsa ser balafirgeha Silêmaniyê sermezar kir

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 12ê Nîsanê di civîna Encûmena Wezîran de, êrîşa 7ê Nîsanê ya ser balafirgeha Silêmaniyê ku dema Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî derbas dibû, ji aliyê droneke Tirkiyê ve hatibû kirin şermezar kir. Encûmena Wezîran jî biryar da ku lijneyeke lêkolîn û lipeyçûna rastiyên wê bûyerê were avakirin.

Di beşa yekem a civîna Encûmena Wezîran de, girîngiya parastina welatiyan û dezgehên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û xwedûrkirina Herêma Kurdistanê ji rakêşana kêşeyên navçeyî û derekî bo nav Herêma Kurdistanê hat gotûbêjkirin.

Piştî gotûbêj û danûstandina fikr û ramanan, Encûmena Wezîran biryar da, Hikûmeta Herêma Kurdistanê lijneyeke lêkolîn û lipeyçûn û derxistina rastiyan, ji bo wan bûyerên Firokexaneya Silêmaniyê dirust bike ji bo lêkolîna sedemên rawestana geştên Firokexaneya Silêmaniyê û piştre jî wê êrîşa ku li nêzîkî firokexaneyê rûda.

Serokwezîr bi navê Encûmena Wezîran, nîgeraniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji ber bûyerên Firokexaneya Navdewletî ya Silêmaniyê nîşan da û tekezî li wê yekê kir ku Hikûmeta Herêmê êrîşkirina ser Firokexaneya Silêmaniyê û her beşeke din a Herêma Kurdistanê, şermezar dike.

Mesrûr Barzanî eşkere kir ku Hikûmeta Herêmê, ji wan liv û tevger û karên ku li Firokexaneya Silêmaniyê têne kirin û li derveyî yasayên berkar ên Hikûmeta Herêmê ne, agahdar nîne. Nabe Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji wan kar û tevgerên Firokexaneya Silêmaniyê agahdar nebe.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî destnîşan kir ku ew bi her awayî ligel welatiyên xoşewîst ên Silêmaniyê ne û nabe ew baca wan bûyeran bidin.