Mesrûr Barzanî êrîsa ser balafirgeha Hewlêrê û Basîqayê sermezar kir
PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di ser hesabê xwe yê Twitterê de ragihand ku ew êrîşa ser balafirgeha Hewlêrê û ya ser baregeha Başîqayê ya Tirkiyê şermezar dike. Barzanî weha got:
“Ez êrîşa ser balafirgeha Hewlêrê ya navdewletî û êrîşa ser baregeha Tirkiyê ya Başîqayê û grûbên terorîst yên li pişt êrîşan şermezar dikim.”
Barzanî her weha di ser hesabê xwe de di derbarê wan grûbên ku ne fermîne de got ku divê ew grûb ji ser sînorê Kurdistanê vekişin û weha got:
“Ew grûbên ku di bin sîwana hêzên asayîşa Iraqê de naxebitin, divê ji ser sînorên Kurdistanê vekişin. Di rojên pêşiya me de, ez ê mijarê bi Iraqê û hevkarên me yên navdewletî re biaxifim da rêya bicîhanîna di pratîkê de bibînin.”
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî her weha îşev bi serokwezîrê Iraqê Musatafa Kazimî re li ser van babetan axifiye û li ser mijaran weha got:
“Ez îşev bi serokwezîrê Iraqê Mustafa Kazimî re axifîm da em hedefa xwe ya ku wan grûbên neqanûnî bo berpirs bigrin, car din teyîd bikin. Ez temînatê didim xelkê Kurdistanê; ew grûbên terorîst yên ku li pişt wan kiryarane, wê ji wan kiryaran her berpirs bên girtin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin