Mesrûr Barzanî û wezîra Îngîltere Amanda Milling li ser êrîsa Hewlêrê axifîn
PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi telefonê bi wezîra Îngîltere ya ji karên Rojhilata Navîn û Asya berpirs bi Amanda Milling re li ser êrîşa Îranê ya ser Hewlêrê axifî.
Mesrûr Barzanî ragihand ku ber destê êvarê Milling telefon kiriye û di axaftina xwe de behsa êrîşa Îranê ya ku bi fuzeyan kiribûn ser Hewlêrê, kirine. Barzanî gotiye ku êrîş îhlala desthilatêye, hukumeta Herêma Kurdistanê û hukumeta Bexdayê dixebitin da rastî derên ortê. Barzanî ji wezîra Bîtanyayê re gotiye ku îthamên li ortê digerin rast nînin û xwestiye Îngîltere destekê bide Hewlêr û Bexdayê.
Wezîra Amanda Milling ragihandiye ku Îngîltere destekvanê xelkê Herêma Kurdistanêye, Îngîltere ji bo hûzûr û asayîşa Herêma Kurdistanê û Iraqê destekvanekî xwurte.
Di hevdîtinê de her dû teref bûne hemfikir ku danûsitendin û koordinasyon di navbera wan de her dewam bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin