Mesrûr Barzanî bi Wezîra Behreynê re civiya
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 9ê Kanûnê li Menameyê bi Wezîra Geşepêdana Berdewam û Seroka Encûmena Geşepêdana Aborî ya Behreynê Nor bint Elî El-Xilêf civiya.
Piştî civînê hate ragihandin ku di hevdîtinê de guftûgo li ser pêşxistina pêwendiyên dualî bi taybetî di warê aborî û jêderên dahatê û pêşvebirina veberhênanê di warên curbicur de hatin kirin.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro Duşemê bi serdaneke fermî giheştibû Behreynê.
Biryar e Serokwezîr Barzanî ligel Şah, Welîehd, Serokwezîr û berpirsên pilebilind ên Behreynê bicive û li ser pêşxistina pêwendiyên dualî û guhertinên dawî û rewşa dawî ya herêmê gotûbêjan bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin