Mesrûr Barzanî bi Sahzadeyê Behreynê re civiya

20 November 2021 16:59 0 dîtin
Mesrûr Barzanî bi Sahzadeyê Behreynê re civiya

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 20 Mijdara 2021ê li Mename Paytexta Behreynê, bi Selman bin Hemed Al Xelîfe, Şahzadeyê Cihnişîn, Cîgirê Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar, Serokwezîr û Serokê Encûmena Pêşxistina Aboriya Behreynê re civiya.

Di civînê de, guftûgo derbarê rewşa giştî ya Iraqê, guhertin û pêşhatên navçeyê û pêşxistina pêwendiyên Şaneşîna Behreynê ligel Iraq û Herêma Kurdistanê hatin kirin.

Her du aliyan tekezî li girîngiya bihêzkirin û pêşkêşkirina derfetên weberhênanê, bi sûdwergirtina ji ezmûna weberhênana Behreynê kir.