Mesrûr Barzanî bi wezîra karên hundir ya Îngîltere re civiya
PeyamaKurd – Seredanên fermî yên serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Îngîltere dewam dike. Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi wezîra karên hundir ya Îngîltere bi Priti Patel û heyeta pêre civiya. Barzanî di hevdîtinê de kêfxweşiya xwe ya bo seredana Îngîltere ragihand.
Wezîra karên hundir ya Îngîltere jî razîbûna xwe ya ji bo seredana serokwezîr Mesrûr Barzanî ji bo Londrayê ragihand û ji ber têkoşîna Herêma Kurdistanê ya li hemberê karê qaçax ya mirovan, di têkoşîna li hemberê koçberiyê de, ji ber destek û hevkariyê daye Îngîltere sipasiya Mesrûr Barzanî kir. Patel ragihand ku dixwazin bi hukumeta Herêma Kurdistanê re di mijarên ewlehiyê, koçberiya nerewa û hevkariya li dijî sûcên rêxistinî de têkilî û hevkariya xwe bipêş bixe.
Barzanî behsa girîngiya sitendina tedbîran li dijî karên qaçax yên mirovan kir û got ku bêîstîqrarî, pirsgirêkên ewlehiyê û êrîşên terorî dibin sedema koçkirina mirovan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin