Serokatiya Herêma Kurdistanê êrîsa li nêzî Balafirxaneya Silêmaniyê pêk hat sermezar kir

08 April 2023 12:27 0 dîtin
Serokatiya Herêma Kurdistanê êrîsa li nêzî Balafirxaneya Silêmaniyê pêk hat sermezar kir

PeyamaKurd – Serokatiya Herêma Kurdistanê êrîşa do li nêzî Balafirxaneya Silêmaniyê pêk hat şermezar kir.

Di daxuyaniya nivîskî ya Serokatiya Herêma Kurdistanê de hat gotin, “Em bûyera do li Balafirxaneya Silêmaniyê qewimî şermezar dikin. "Em ji aloziya ku çêdibe bi fikar in."

Di daxuyaniyê de daxwaz ji aliyên pêwendîdar hat kirin ku li ser jêder û sedema bûyerê lêkolînê bikin û hat gotin, "Divê hemû alî bi hûrgilî tevbigerin, bi hestiyarî nêzîkê bûyerê û encamên wê bibin û li şûna tohmetbaran, ji bo jinavbirina sedeman gavan bavêjin."

Di berdewamiya daxuyaniyê de hat gotin, “Em hemû welatiyên Kurdistanê bi taybet bajarê hêja Silêmanî piştrast dikin ku ewlehî, aramî û rewşa jiyanê wê were parastin. Ev jî erkê sereke yê saziyên Herêma Kurdistanê ye û nabe bi ti sedemekê bikeve metirsiyê.”