Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser êrîsa ser malbata Kurd û sewata daristanan peyam da
PeyamaKurd – Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser êrîşa ser malbata Kurd ya li Konyayê li navçeya Meramê û li ser şewatên daristanan peyamekî belav kir. Peyama serokatiya Herêma Kurdistanê weha ye:
“Li Tirkiyê êrîşa ser malbata Kurd em şermezar dikin. Fikra me û diayên me bi qurbaniyên malbatê û dostên wan re ye. Divê kujerên bûyerê û kirdeyên wê teslîmê edaletê bikin”
Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser şewatên daristanan û qurbanî û mexdûrên wan şewatan, weha got:
“Em bi şewatên ku li cûre deverên Tirkiyê yên kujer bi endîşe ne. Fikr û ramanên me bi kesên ku ji şewata daristanan bandorê girtin re ye û em hêvî dikin ku zûtir ber li şewatan bên girtin.”
Îro li bajarê Konyayê li navçeya Meramê bi çekan êrîşê ser malbata Kurd kiribûn û 7 kes ji malbatê hatibûn kuştin ku kujerên bûyerê xwe bi dijminahiya Kurdan dane naskirin û faşîstin. Piştî kuştina 7 kesên malbatê agir berdan xanî û reviyan. Di êrîşê de kesên bi navên Yaşar Dedeoğulları, Barış Dedeoğulları, Serpil Dedeoğulları, Serap Dedeoğulları, İpek Dedeoğulları, Metin Dedeoğulları û Sibel Dedeoğulları jiyana xwe ji dest dan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin