Serokatiya Herêma Kurdistanê êrîsa DAISê ya ser hêzên Iraqî bi tundî sermezar kir
PeyamaKurd - Serokatiya Herêma Kurdistanê êrîşa DAIŞê ya li parêzgeha Selaheddînê weke hewldaneke tirsnak a berfirehbûna tevgera leşkerî ya rêxistina terorîstî bi nav kir û bi tundî şermezar kir.
Serokatiya Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand, “Êrîşa terorîstî ya DAIŞê bo ser navçeya Mikêşîfeya ser bi parêzgeha Selaheddînê ku hejmarek ji hêzên emnî yên Iraqê tê de bûne qurbanî” bi tundî şermezar kir.
Serokatiya Herêma Kurdistanê da xuyakirin, “Ev êrîş û êrîşên din ên vê dawiyê yên terorîstan, hewldanên tirsnak ên berfirehbûna metirsî û tevgerên leşkerî yên DAIŞê ne.”
Di berdewamê de hat gotin, “Zengekê dinê agahdarkirina me hemû aliyan e û ji aliyê terorîstan ve belgeya derfetdîtina rewşê û merca nebaş ya Iraqê ye, ku dûbare xwe rêkxistin û êrîşên berfirehtir encam bide.”
Serokatiya Herêma Kurdistanê sersaxî ji bo malbatên kesên di êrîşê de can dane xwest û diyar kir, “Rewş wiha dixwazê her çi zûtire kêşe û nakokiyên navxweyî yên Iraqê bêne çareserkirin û pêk ve rûbirûyê gefên ciddî yên serhildan û geşkirina terorê bibîn.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin