Serokê Herêma Kurdistanê êrîsa DAISê li Diyale bi tundî sermezar kir

27 October 2021 12:05 0 dîtin
Serokê Herêma Kurdistanê êrîsa DAISê li Diyale bi tundî sermezar kir

PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, êrîşa DAIŞê li Diyale bi tundî şermezar kir û diyar kir, girîng e ku hemû alî bi hev re piştevaniya hêzên ewlehiyê bikin.

Terorîstên DAIŞê li parêzgeha Diyala êrîşî gundekî ser bi navçeya Mîqdadiye kirin û di êrîşê de 12 kes hatine kuştin û gelek kes birîndar bûn.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser Twittera xwe di derbarê vê êrîşê de hevxemiya xwe ligel malbat û kesûkarên vê êrîşê nîşan da û da zanîn: “Em bi tundî vê êrîşa xwînane ya DAIŞê şermezar dikin.”

Serokê Herêma Kurdistanê eşkere kir: “Careke din tekez dikin ku girîng e em hemû bi hev re piştevaniya hêzên ewlehiyê li dijî van metirsiyên me armanc digirin bikin.”

Herwiha destnîşan kir: “Rehmet ji şehîdan re û çakbûn ji birîndarên me re. Dilê me bi gelê me yê li Muqdadiyê re ye û hevparê êşê wan in.”