Di 4emîn salvegera koça dawî ya Celal Talebanî de pirtûka wî hat çapkirin

04 October 2021 13:28 0 dîtin
Di 4emîn salvegera koça dawî ya Celal Talebanî de pirtûka wî hat çapkirin

PeyamaKurd – Di 4emîn salvegera koça dawî ya Sekreterê berê yê Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) û Serokomarê berê yê Iraqê Celal Talebanî de, pirtûka wî hat çapkirin û belavkirin.

Do 4emîn salvegera koça dawî Talebanî bû. Ji bo vê do êvarê li Silêmaniyê bi merasîmekê pirtûka Celal Talebanî ya ku di sala 1987an de bi zimanê Erebî hatibû nivîsandin û wergerî Kurdî hatibû kirin, hat belavkirin. Pirtûka ku navê wê “Kîjan pêşeroj, kîjan demokrasî, mafê xewnê jî ji bo gelekî rewa nabînin?” ye bi merasîmekê nasandina wê hat kirin. Di merasîma nasandinê de, nûner û berpirsên partî û hikumî û rewşenbîr hebûn.

Di merasîmê de Endamê Meclîsa Bilind a Siyasî û Berjewendiyan a YNKê Hakim Qadir Hemecan axivî û diyar kir: “Ev pirtûk bersiva Mam Celal a ji bo Emîndarê Polîtburoya Hizba Şiûya Iraqê bû ku wê deê bi tundî li dijî gotinên Newşîrwan Mistefa dirawetiya ku digot, divê Iraq bibe 3 parçe. Di vê tezê de Mam Celal çend belge û dokumenterên li ser azadiya gelan kom kiriye.”

Di merasîmê de pirtûk bi îmzeya wergervan li kesên amade hate belavkirin. Pirtûk li pirtûkxaneyên Herêma Kurdistanê tê peydakirin.