Firariyê bûyera kustina malbata Senyasaran teslîm bû
PeyamaKurd - Birayê parlamenterê AKPê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz, Enver Yildizê ku gumanbarê kuştina malbata Şenyaşaran a li Pirsûsê ye, piştî 15 mehan ligel 50 xizmên xwe teslîm bû.
14ê Hezîrana 2018an li Navçeya Pirsûs a Rihayê di dema xebatên hilbijartinê de, xizm û parêzvanên parlamentarê AKPê Îbrahîm Halîl Yildiz, bi çekan êrîşî dikana malbata Şenyaşar kiribûn.
Di bûyerê de Hecî Esvet Şenyaşar û kurên wî Adil û Celal Şenyaşar birîndar bûbûn. Dema kur û bav rakiribûn nexweşxaneyê dîsa li Nexweşxaneyê êrîşî wan kiribûn û li nexweşxaneyê ew kuştibûn.
Bi ser bûyerê re 15 meh derbas bûn. Fadil Şenyaşarê ji heman malbatê ku birîndar bûbû hat girtin. Li gorî zanyariyan hê jî Dozgeriya Komarê ya Rihayê dozname amade nekiriye.
Firariyê gumanbarê êrîşê birayê parlamentarê AKPî Halîl Îbrahîm Yildiz, Enver Yildiz îro piştî 15 meh bi ser bûyerê de çûn, tevî 50 xizmên ji eşîra xwe teslîmî Edliyeya Rihayê bû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin