PKKê bûyera kustina du sivanên Kurd li xwe girt: Hatin înfazkirin
PeyamaKurd – Li bajarê Şirnexê navçeya Hezexê, 4ê Gulanê du şivanên bi navên Huseyîn Oner (44 salî) û Omer Kaya (41 salî) hatibûn gulebarankirin û kuştin.
Li ser bûyera kuştina wan herdu şivanan Yekîneyên Parastina Sivîl (YPS) a bi ser PKKê ve ji medya PKKê re ragihandiye ku ew herdu şivan ji aliyê wan ve hatine înfazkirin û wekî sedem jî hatiye îdiakirin, ew kes sîxur bûne û destê wan di kuştina çekdarên PKKê de hebûye.
Her du şivanên Kurd li dorûbera şikeftên Çiyayê Bagokê di nav otomobîla xwe de, kuştî hatibûn dîtin ku gule li serê wan ketibû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin