Asayîsa Kurdistanê êrîsa balafirên tirk a kustina 2 kadroyên PKKê sermezar kir
PeyamaKurd - Asayişa Herêma Kurdistanê li ser êrîşa 15ê Cotmehê ya Çiyayê Ezmer ê Silêmaniyê ku 2 kadroyên PKKê ji aliyê balafirên bêmirov ên Tirkiyê ve hatine kuştin daxuyanî da.
Dezgahê Asayişa Herêma Kurdistanê di daxuyaniya xwe ragihand, di bûyerê de du kadroyên pilebilind ên PKKê ‘bi awayekî hovane di nava xelkê sivîl de’ kirine armanc ku navê wan Cemîl û Demhat e.
Herwiha medya Tirkiyê jî radihîne ku du endamên payebilind ên KCKê Seyidxan Ayaz (Demhat Egîd) Eser Irmak (Cemîl Amed) li Silêmaniyê di encama bombardimana balafirên Tirkiyê de hatine kuştin.
Asayişa Herêma Kurdistanê da zanîn ku ew kadroyên PKKê bêyî agahdariya aliyên peywendîdar ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê hatine wê navçeyê û êrîş wekî binpêkirina serweriya Iraqê û esmanê Herêma Kurdistanê bi nav kir û got, “Em hemû binpêkariyên li ser ax û serweriya Iraqê û Herêma Kurdistanê” şermezar dikin û ji PKKê jî xwest, “Axa Iraqê û Kurdistanê ji bo êrîşkirina ser welatên cîran neyê bikaranîn.”
Dezgeha Asayîşê li ser awayê êrîşê ev agahî da:
“Piştî lêkolîneke hûr û berfireh û bidestxistina belgeyên pêwîst li cihê rûdana tawanê, ji me re derketiye holê ku ew herdu endamên bilind ên Koma Civakêm Kurdistanê (KCK), di demekê de bêyî agahdariya aliyên pêwendîdar ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê hatine vê navçeyê, ji aliyê balafirên bê firokevan ên Tirkiyê ve û di nava xelkê sivîl de û li bajarê Silêmaniyê li cihekî geştyarî bûne armanc û ew yek binpêkarî û destpêşxerî û pêşhateke metirsîdar e û bi ti awayî xizmeta asayişa hevbeş û pêkvejiyanê nake.”
Asayişa Herêma Kurdistanê da xuyakirin: “Hevwelatî bila ji vê rastiyê agahdar bin ku esmanê Herêma Krudistanê di jêr kontrola desthilata balafirvaniya sivîl a Iraqê de ye û ew radara ku keşfa esmanê Kurdistanê dike, di jêr kontrola Herêma Kurdistanê de nîne.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin