Kiliçdaroglu di 10emîn salvegera Komkujiya Roboskê de ji malbatan 'helalî' xwest

28 December 2021 16:29 0 dîtin
Kiliçdaroglu di 10emîn salvegera Komkujiya Roboskê de ji malbatan 'helalî' xwest

PeyamaKurd – Serokê Giştî yê Partiya Komariya Gel (CHP) Kemal Kiliçdaroglu di salvegera 10emîn a yadkirina Komkujiya Roboskê de ku bi balafirên şer ên Tirkî 34 zarok û ciwanên Kurd hatibûn qetilkirin, bi malbatan re pêwendiyeke telefonî pêk anî.

Şanda CHPê ya ji parlamenterê Stenbolê Sezgîn Tanrikulu û parlamenterê Enqerê Levent Gok pêk dihat, îro 28ê Kanûna 2021ê di merasîma yadkirina 10emîn salvegera Komkujiya Roboskê de amadehî kirin.

Kiliçdaroglu di pêwendiya telefonî ya bi rêya şanda CHPê bi malbatan re pêk anî de got ku ew dê hemû êş û pirsgirêkên malbatan çareser bike û wiha axivî: “Helalî xwestin pêşî di Roboskê de derbas dibe. Em tim guhdariya we dikin. Ez êşa zarokên we dizanin, ne mimkun e ewlad bên vegerandin, lê divê em li hevdu helal bikin.”

Serokê CHPê herwiha bal kişand ser şanda partiyê ya çûye merasîmê û got, “Edalet nehatiye Roboskê lê wan mizgîniya edaletê anîne Roboskiyê.”