Kujerê komkujiya malbata Kurd berî qetlîamê li sê bajaran li otelên luks maye
PeyamaKurd – Yekem rûniştina doza kuştina nijadperestî ya 7 endamên malbata Kurd li navçeya Meram a Konyayê îro 14ê Kanûnê dest pê kir.
Cara yekem ji bilî parêzerên malbatê û baroyên Bakurê Kurdistanê, Yekîtiya Baroyên Tirkiyê (TBB) jî beşdarî dosyeya malbata Kurd a hatiye qetilkirin bû.
Di rûniştina îro ya dozê de, qatilê bi navê Mehmet Altun tenê girtî tê darizandin û 11 kesên din ên bûne sedema kuştina malbatê jî bi awayekî serbest têne dadagehkirin.
Di rûniştina dadgehê de kujerê malbata Kurd Mehmet Altun bi rêya SEGBISê beşdarî rûniştina dadgehê bû û mikur hat, ew beriya qetla malbatê bike, li Eskîşehîr, Enqere, Stenbol û Bûrsayê maye û hat zanîn li otelên luks jî maye ku parêzerên malbatên pirs kir, bê perê otelan kê daye.
Qatilê malbatê red dike ku wî bi daxwaza malabata neyarê malbata Kurd ew kes kuştine, lê dibêje; ew beriya bûyerê bêkar bûye û di îfadeyên xwe de xwe dide dest ku bi awayekî organîze ew qetlîam hatiye kirin.
Doza malbata Kurd a li Konyayê ku 30yê Tîrmeha borî 7 endamên wê bi hestên nijadperestiya Tirk hatibûn qetilkirin, bi beşdariya parlementerên HDP, CHP, saziyên sivîl, baroyên Bakurê Kurdistanê û herwiha nûnerên Yekîtiya Baroyên Tirkiyê birêve diçe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin