Li Rûsyayê kujerê malbata Kurd hat desteserkirin
PeyamaKurd – Kesê ku li gundê Velçansko yê ser bi parêzeha Varonej a Rûsyayê, êrîşî malbateke Kurd kir û di encamê de dayik, kur û neviyê wê kuşt, hat desteserkirin. Kujer welatiyekî Rûs ê nişteciyê wî gundî ye û gefa qirkirina hemû Kurdên li gund xwariye. Dema lêgerîna hêzên ewlehiyê ya Rûsyayê, tawanbarê kuştina malbata Kurd rûbirûyî hêzên ewlehiyê bûye, ji ber vê yekê tawanbar piştî birîndarkirinê, hat desteserkirin.
Şeva 16ê Îlona 2021ê li gundê Velçansko yê ser bi parêzgeha Varonej a Rûsyayê, dayîkek, kur û neviyê wê, li mala xwe bi awayekî hovane hatin kuştin.
Werdê, dayîka ku di bûyerê de kurê wê yê 5 salî û diya wê û birayê wê bûne qurbanî diyar kiriye, bûka wan bi telefonê pêwendî bi wan re kiriye û ji wan re gotiye ku dayika wê hatiye kuştin, dema Werdê gihiştiye malê, dîtiye ku dayîka wê û kurê wê û birayekî wê di nav xwînê de ne.
Du roj piştî kuştina sê endamên malbata Kurd, Victor Mirskov yê 54 salî, ku nişteciyê heman gund e, bi tohmeta kuştina Gulistan, Nadir û Ezîz, hat destesekirin, ku di dema operasyona desteserkirinê de rûbirûyî hêzên ewlehiyê bûye û hatiye birîndarkirin.
Xwedêda, ku endamê malbata Kurd e û kurê Gulistan e eşkere dike; beriya niha ti pirsgirêka wan bi kesekî re tunebû û ew nizane kujer tiştekî wisa kiriye.
Niha kesûkarên malbata Kurd li benda encamên lêkolînê ne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin