Kujerê bav û keçeke Kurdên Êzîdî hat desteserkirin

12 August 2022 11:59 0 dîtin
Kujerê bav û keçeke Kurdên Êzîdî hat desteserkirin

PeyamaKurd – Li Duhokê polîsan kujerê bav û keçeke Kurdên Êzîdî desteser kir û navê kujer B.D.S ye.

Li gor Berdevkê Polîsê Duhokê diyar kiriye, kujerê Farûq Mîrza di lêpirsînên destpêkê de li xwe mikur hatiye ku keça şeş salî ya Farûq Mîrza ya bi navê Axînk jî kuştiye.

Herwiha hat zanîn ku, kujer beriya niha jî tawana kuştinê encam daye û piştî 3 salan ji zindanîkirinê hatiye berdan û di sala 2021ê de kujer bi tohmeta revandina du keçên zarok ên penaberên Rojavayê Kurdistanê hatiye desteserkirin.

Hêjayî gotinê ye, roja Pêncşema borî 4ê meha Tebaxê, Farûq Mîrza û keça wî Axînk ji aliyê hevalê xwe ve hatibûn vexwendin û li baxê hevalê xwe hatibûn kuştin, piştî sê rojan, termê Farûq li heman cihî hat dîtin.