Rêberê rûhanî yê Kurdên Êzîdî hatina meha Remezanê pîroz kir

23 March 2023 10:32 0 dîtin
Rêberê rûhanî yê Kurdên Êzîdî hatina meha Remezanê pîroz kir

PeyamaKurd – Rêberê rûhanî yê Kurdên Êzîdî Baba Şêx bi helkefta hatina meha Remezanê Misliman pîroz kirin.

Di peyama ku ji aliyê Baba Şêx Elî Îlyas ve hatiye belavkirin, hatina cejna Remezanê li Mislimanên Herêma Kurdistanê, Iraq û cîhanê hat pîrozkirin.

Di peyamê de wiha hat gotin: “Em dixwazin ku bibe meha xêr, bereket û xweşiyê. Em hêvî dikin ku ruhê mirovatiyê û alîkariyê xurtir bibe.

Baba Şêx bi gotina "Xwedê rojî, nimêj û îbadetên her kesî qebûl bike" dawî li peyama xwe anî.