Opozîsyona Sûriyê: Me fermana desteserkirin û cezakirina kujerên Cindirêsê daye
PeyamaKurd – Koalîsyona Opozîsyona Sûriyê (Îtilafa Sûriyê) li ser şehîdkirina 4 welatiyên Kurd dema vêxistina agirê Newrozê li bajaroka Cindirêsê ya Efrînê, daxuyaniyek belav kir û tevî sersaxî xwestinê, êrîş şermezar kir.
Îtilafa Sûriyê ku Tirkiye piştevaniya wê dike, di daxuyaniya xwe de got ku wan ferman daye hikûmeta demkî ya Sûriyê ji bo lêkolînê li ser bûyerê bike, tawanbaran desteser û ceza bike.
Di daxuyaniyê de wiha hatiye gotin: "Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Opozîsyona Sûriyê ew tawana hovane ya ku êvara Duşemê pêk hat şermezar dike ku tê de hejmarek ji xizmên me li navçeya Cindrêsê ya parêzgeha Helebê hatin kuştin."
Hat diyarkirin ku wan hikûmeta Demkî ya Sûriyê û Artêşa Niştimanî "di asta herî bilind de erkdar kirine da ku lêkolîn û lêpirsîna hûrgiliyên tawanbariyê bikin da ku tawanbar werin girtin û darizandin".
Hat gotin: “Bûyera li Cindirêsê ne xweş e û Kurd li hemû herêman, herêmên rizgarkirî jî di nav de, bê sînor Newrozê pîroz dikin.”
Hêjayî gotinê ye, êvara duşemê 20ê Adarê koma çekdar a bi navê Çeyş El-Şerqiye di dema vêxistina agirê Newrozê de gule li welatiyên Kurd barand û di encama wê êrîşê de, 4 endamên yek malbatê (Ferhadîn Osman (43), Mihemed Osman (42), Nazmî Osman ê 38 û Mihemed Ferhadîn Osman ê 18 salî) jiyana xwe ji dest dan û 2 kesên din jî birîndar bûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin