Kesên 4 Kurdên tevlî Newrozê bûbûn kustin, hatin desteserkirin
PeyamaKurd – Li gor ragihandina Rûdawê: wezareta bergiriyê ya hukumeta demkî ya Sûriyê ragihandiye ku kesên li bajarê Efrînê li navça Cindirêsê bi çekan êrîş biribûn ser Kurdên ku Newrozê pîroz dikirin û 4 Kurdan kuştibûn, yên endamên grûba Ceyş El Şarqiye, hatin desteserkirin. Di êrîşê de di dema vêxistina agirê Newrozê de 4 Kurd hatibûn kuştin û 2 Kurd jî birîndar kiribûn. Di êrîşê de kesên bi navên Ferhan Osman (43), İsmail Osman (38), Muhammed İsmail (18) û Muhammed Osman (42) jiyana xwe ji dest dabûn.
Li ser êrîşên Efrînê şîna netewî hatibû ragihandin û bûyer bi ala Kurdistanê hatibû protestokirin. Di protestoyên Efrînê de daxwaza parastina netewî hat kirin. Li ser bûyerê wezareta bergfiriyê ya hukumeta demkî ya Sûriyê weha got:
“Bi sedema 4 sîvîlan kuştine û yekî birîndar kirine, qatilên bûyerê hatine girtin.”
Nasnama kesên êrîşê merasima Newrozê kirine û hatine girtin wehaye:
- 0mar Salih El-Esmer (23), li Dêrezorê hatiye dinyayê û di kampa Cindiresê de dijî.
- Habib Ali Halef (19), li Dêrezorê hatiye dinyayê û di kampa Cindires ê de dijî.
- Bilal Ahmed El-Abur (23), li Dêrezorê hatiye dinyayê û di kampa Cindiresê de dijî.
Li ser mijarê serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî êrîşa li Efrînê (Cindêrisê) şermezar kiribû û xwestibû êrîşker an ku kujer bên girtin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin