NY, ew 9 kesên tevlî bûyerên 7ê Cotmehê bûne, dê wan ser ji kar derxe

05 August 2024 22:16 0 dîtin
NY, ew 9 kesên tevlî bûyerên 7ê Cotmehê bûne, dê wan ser ji kar derxe

PeyamaKurd – Neteweyên Yekgirtî, beşa çavdêriya navxwe (OIOS), beşa wê ya li Xezzayê ku destekê dide koçberên Fîlîstîniyan, ya bi navê UNRWA, bi sedema di 7ê Cotmehê de tevlî bûyerên wê wextê bûne an ku êrîşa Hamasê ya ser Îsraîlê bûne ku di wê êrîşê de 500 Îsraîlî hatin kuştin, wê 9 xebatkarên xwe ji kar derxe.

NY, bi sedema ku 9 xebatkarên wan tevlî bûyerên 7ê Cotmehê bûne di derbarê wan de lêpirsînê dabû destpêkirin, niha lêpirsîna NY temam bûye û ragihand ku dibe ew 9 xebatkarên tevlî bûyeran bûne û wê dawî li karê wan bîne.

Berê hatibû ragihandin ku 19 xebatkarên UNRWAyê tevlî bûyerên 7ê Cotmehê bûne lê di encamê de li ser 9 kesan biryarê dan. Îsraîlê gotibû ku 12 kes tevlî bûyerê bûne.

Berdevkê NY Farhan Haq ragihand ku delîlên ketine destê wan têr dikin ku 9 kesan ji kar derxin. Her 9 kes jî zilamin û Haq, di derbarê mijarê de behsa hûrahiya lêpirsînê nekir. Li ser bûyerê 16 dewlet desteka xwe ya ji bo UNRWAyê dabûn sekinandin.

Beşa NY ya UNRWAyê li Xezzayê 13 hezar bi temamî destekê dide 32 hezar kesî.