Iraq: Li Bexdayê bûyerên tundiya malbatî zêde bûne

29 November 2023 21:04 0 dîtin
Iraq: Li Bexdayê bûyerên tundiya malbatî zêde bûne

PeyamaKurd – Berpirsê Parastina Malbat û Zarokan ê Wezareta Navxwe ya Iraqê ragihand ku li Iraqê bi taybet jî li Bexdayê tundiya dijî jinan û mêran a malbatî zêde bûye.

Berpirsê Parastina Malbat û Zarokan ê Wezareta Navxwe ya Iraqê Ednan Hammud gotiye, "Li Iraqê demên dawî êrîşên dijî mêran zêde bûne ku ji sedî 17ê wê bûyerên nav malbatî ne û piraniya wan jî li Bexdayê rû dane.”

Li gorî beşa Parastina Malbat û Zarokan a Wezareta Navxwe ya Iraqê, bûyerên tundiyê ji sedî 55ê wê li ser jinan û yên mayî jî li ser zarokan pêk hatine.

Hêjayî gotinê ye, ji ber yasaya Iraqê li ser hiqûqa şerîetê hatiye amadekirin, heta ku sînorên şerîetê derbas neke, malbat nikarin dozê vekin ku lêdana nav malbatî jî wekî mafekî ye.