Îmamoglu ji Kurdên Stenbolê re xwes kir: Bi milyonan kesên Tirkî nizanin dijîn!

05 March 2024 19:29 0 dîtin
Îmamoglu ji Kurdên Stenbolê re xwes kir: Bi milyonan kesên Tirkî nizanin dijîn!
PeyamaKurd – Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê û namzedê CHPê yê şaredariya Stenbolê bo hilbijartinên 31ê Adarê, Ekrem Îmamoglu, beriya hilbijartinan bi demekê ji dengên Kurdên Stenbolê wergire behsa zimanê Kurdî kir.

Îmamoglu got, "Li vî bajarî mirovên ku bi Kurdî dipeyivin û nikarin bi Tirkî bipeyivin hene. Bi milyonan hemwelatiyên me yên Kurd hene. Berpirsiyariya min mezin e.”

Ekrem Îmamoglu herwiha bibîr xist ku ew çûye konsera hunermenda Kurd Rojda Şenser û got: “Min cara ewil guhdariya Rojdayê kir, Kurdî nizanim lê dema min lorîna Kurdî guhdarî kir gelekî bandor li min kir. Li vî welatî tim ji hev cudakirin heye û ev cudakirin jî gihîştiye asteke metirsîdar û tim Kurd, Tirk, Çerkez û wekî din têne cudakirin.”

Îmamoglu got ku ew li Stenbolê bursê didin 100 hezar xwendekaran û ji wan napirsin bê Kurd e, Tirk e yan ji AK Partiyê ye.