Li Îstenbolê ji ber vexwarina alkola sexte 11 kes li nexwesxanan mirin

14 January 2025 20:30 0 dîtin
Li Îstenbolê ji ber vexwarina alkola sexte 11 kes li nexwesxanan mirin

PeyamaKurd – Li Tirkiyê, di van salên dawiyê de li gelek deveran alkola sexte an ku ne ya heqîqî ji aliyê hinekan de tê çêkirin û bi qaçaxî difroşin, xelkê ku alkola sexte dikire û vedixwe, bi jehrê dikeve û dimre.

Bûyer, li bajarê Îstenbol a Tirkiyê qewimî û 11 kesên ku alkola sexte vexwarin, ji ber bi jehrê ketin seredana nexweşxanan kirin.

Ji 38 kesên bi jehrê ketin, di nav 24 seetan de 11 kes ji wan li nexweşxanan can dan. Ji kesên bi jehrê ketine 26 kes ji wan xelkê biyanîne.

Li ser bûyerê, lêpirsîna hêzên asayîşê niha dewam dike.