Tirkiye | Ji vexwarina alkola sexte 17 kes mirin

11 October 2020 23:41 0 dîtin
Tirkiye | Ji vexwarina alkola sexte 17 kes mirin

PeyamaKurd – Li bajarê Îzmîr û Kirikale yên Tirkiyê ji ber vexwarina alkola sexte 17 kesan can da.

Sê roj berê derketibû holê ku ji ber alkola sexte hejmarek kes li bajarê Îzmîrê rakirine nexweşxaneyan ku destpêkê 8 miribûn ku îro jî 2 kesên din ên li nexweşxaneyan can dan.

Herwiha li bajarê Kirikaleyê jî 7 kesan ji ber vexwarina alkola sexte  7 kesan can dabû ku bi giştî hejmara kesên li Tirkiyê ji hefteya borî ve mirine gihîşt 17 kesan.