Li Îranê 44 kes ji vexwarina alkola bo basbûna vîrûsa koronayê mirin

10 March 2020 21:57 0 dîtin
Li Îranê 44 kes ji vexwarina alkola bo basbûna vîrûsa koronayê mirin

PeyamaKurd – Tê ragihandin ku li Îranê herî kêm 17 kesên din ji ber vexwarina alkola sexte mirin ku ji bo xwe ji vîrûsa korona biparêzin yan jî pê baş bibin vedixwin.

Medyaya Îranê ragihandiye ku ji dohî ve 16 kes li bajarê Ehwazê û kesek jî li bajarê Kirmanşanê, ji ber vexwarina alkola sexte ku bi mebesta başkirina nexweşîna koronayê vexwarine mirine.

Du roj berê jî dîsa li herêma Ehwazê 20 û li Kerecê jî 7 kes bi heman sedema alkolê can dabûn.

Hejmara kesên ji vexwarina alkola metanolê mirine, heta niha li Îranê gihîştiye 44 kesan û nêzîkî 300 kesên din jî pê jehrî bûne û li nexweşxaneyan tên derman kirin.